Îranê bi rengekî fermî piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Deryayî yê Muxafizên Şoreşê Amîral Ali Riza Tengsiri jiyana xwe ji dest daye.
Mirina Tengsiri destpêkê roja Pêncşemê ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ve hatibû ragihandin.
Ali Riza Tengsiri demeke dirêj serkêşê hêza deryayî ya Muxafizên Şoreşê ya Îranê bû.
Di rageşiya leşkerî ya li Kendava Basra û Tengava Hurmuzê de timî diket rojevê û weke yek ji aktorên sereke yên stratejiya deryayî ya Îranê dihate naskirin.
ÎSRAÎL: ME LI 40 NAVENDÊN HILBERÎNA ÇEKAN ÊN LI TEHRANÊ XIST
Artêşa Îsraîlê roja Duşemê daxuyaniyek da û ragihand ku di nava du rojên dawî de li Tehranê li nêzî 40 navendên lêkolîn û hilberîna çekan xistine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ev hedef parçeyek ji operasyonên lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Îranê bûn.